Endamê Îtilafa Sûrî: Divê Kurd dev ji fikrê Rêveberiya Xweser berdin

24 hezîran 2020 19:34
Endamê Îtilafa Sûrî: Divê Kurd dev ji fikrê Rêveberiya Xweser berdin

PeyamaKurd – Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a Îtilafa Opozîsyona Sûriyê Nasr Herîrî, li ser lihevkirina ENKS û PYNK/PYDê got ku hê zû ye bibêjin danûstandinên wan serkeftî encam dane û diyar kir, divê Kurd dev ji fikrê Rêveberiya Xweser berdin.

Herîrî di bernameya televizyona Rûdawê de, li ser yasaya sezar (qeyser) a cezayên Amerîkayê da xuyakirin, bi saya wê yasayê wê Rûsya û Îran nikaribin rejîma Esed ji hilweşîna aborî û civakî rizgar bikin.

Rêveberê opozîsyona Sûriyê Herîrî diyar kir ku Rêveberiya Xweser a li Rojava nayê qebûlkirin û li ser lihevkirina PYNK û ENKSê jî got, “Bila dev ji fikrê Rêveberiya Xweser berdin, dev ji PKKê berdin û dawîyê li fişarên xwe bînin. Heger dev ji van xetên sor ên hemû Sûriyeyîyan berdin, wê demê ti asteng ji bo danûstandinên bi opozîsyonê re namîne. Ez nizanim bê wê lihevkirina wan bi ENKSê re serkeftî encam bide yan na.”

Herîrî herwiha gotiye, ew ne li dijî daxwazên Kurdan yên federaliyê ne û dikarin wê nîqaş bikin, lê li dijî xweferzkirinê ne.