Îmaratên Erebî alîkariya bijîskî dide Herêma Kurdistanê

29 gulan 2020 15:48
Îmaratên Erebî alîkariya bijîskî dide Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Yekîtiya Îmaratên Erebî di çarçoveya têkoşîna li dijî koronayê de alîkariya bijîşkî da Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî spasiya rêveberiya Îmaratê kir.

Balafirên kargoyê ku kel û pelên bijîşkiyê û alîkariyên mirovî tê de bûn îro înê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê danî.

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li balafiregehê pêşwazî li şanda Îmaratê kir û pişt re jî daxuyaniyek da çapemeniyê:

“Rêveberiya Îmaratê di çarçoveya têkoşîna li dijî koronayê de alîkariyên bijîşkî û însanî şandin. Ji ber alîkariuên wan em spasiya Hikûmeta Îmaratê, Wezareta Derve, Konsûlxaneya Hewlêrê û Heyvasora Îmaratê dikin.”

‘Pêwîstiya hemû welatan bi alîkariyê heye’


Dr. Saman Berzencî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêwîsiya hemû dinyayê bi alîkariyên mirovî û însanî hey. Dr. Berzencî got,: “Îmaratê mask, lepik û kel û pelên sterîlîzasyonê şandin.”

Her wiha Dr. Berzencî derbarê rewşa dawî ya Kurdistanê de jî axift, “zêdebûna haletên tûşbûnê bi asayîbûnê ve girêdayî ye. Lewra metirsiya berdewam dike.”