Îmarat | Li dijî balafirgeha Abû Dabiyê êrîsa bi dronan: Hûsiyan berpirsiya xwe ragihand!

17 rêbendan 2022 19:31
Îmarat | Li dijî balafirgeha Abû Dabiyê êrîsa bi dronan: Hûsiyan berpirsiya xwe ragihand!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê bi ser balafirgeha navendî ya Abû Dabiya paytexta Îmarata Erebî de êrîşeke bi dronan hat kirin.

Li gorî ragihandina polîsê Abû Dabiyê tê texmînkirin ku êrîş bi dronan hatibe encamdan û 3 tankêrên sotemeniyê yên li balafirgehê teqîyane û agir bi wan ketiye.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama teqînan de 3 kesan can daye û lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Li aliyê din Hûsiyê Yemenê yên bi ser Îranê ve berpirsiya êrîşa ser balafirgeha Abû Dabiyê li xwe girtin.