Îmamoglu bi rêya telefonê Newroza Pervîn Buldan pîroz kir!

19 adar 2021 18:26
Îmamoglu bi rêya telefonê Newroza Pervîn Buldan pîroz kir!

PeyamaKurd – Li demeke ku doza girtina HDPê li Dadgeha Bilind hatiye vekirin û parlamentariya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye betalkirin de, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku bi piştgiriya HDPê û dengên kurdan li hember namzedê AKPê bi ser ketibû, bi rêya telefonê Newroza Hevseroka HDPê Pervîn Buldan pîroz kir.

Ekrem Îmamoglu bi rêya pêwendiyeke telefonê Newroza Pervîn Buldan pîroz kiriye û gotiye, ew li dijî doza girtina HDPê û xistina parlamenteriya Gergerlîoglu ye û destnîşan kiriye, ew biryar dijî demokrasiyê ye û ew dê ligel hev kevirên demokrasiyê deynin ser hev.

Herwiha Buldan jî Newroz li Îmamoglu pîroz kiriye û ji ber cezayekî dema xebatên hilbijartinê li ser wî hatibû sepandin jî hevkariya xwe bo wî nîşan daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Stenbolê îsal 20 Adarê li Meydana Yenîkapi ya Stenbolê ahenga Newrozê tê lidarxistin ku parêzgariyê destûra fermî daye.