Îlhan Ahmed bersivê da Lavrov: Em pista xwe bi xwe qewîn dikin

03 îlon 2024 17:27
Îlhan Ahmed bersivê da Lavrov: Em pista xwe bi xwe qewîn dikin

PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ahmed bersiv da Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov û got "Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bangî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, “Pişta xwe bi Amerîkayê qewîn nekin.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bersiv da Lavrov û got:

“Axaftina Lavrov deriyên çareseriyê venake û aloziyan zêde dike. Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin.”

Sergey Lavrov gotibû ku li Rojavayê Kurdistanê armanca Amerîkayê neft û gaz e û wiha axivîbû:

“Amerîkayê şiya Kurdên Sûriyeyê bikişîne nav lîstikên xwe lê armanca wî welatî tenê neft û gaz e, ne Kurd in.”

“Niyeta me nîne ku em Sûriyeyê parçe bikin”

Îlham Ehmedê ev axaftinên Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê ji El Hedesê re nirxandin.

Ehmedê diyar kir, “Ti niyeta me tune ku em Sûriyeyê parçe bikin” û da zanîn ku Şam bi Kurdan re diyalogê danayne.

“Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin”

Îlham Ahmed rêveberiya Şamê bi nêzîknebûna diyaloga bi Kurdan re tawanbar kir û ev peyamên hanê dan:

"Şam nêzîkî diyaloga bi me re û çareseriya siyasî nabe. Tawanbarkirina me ya “serîxwarkirina li ber xwestekên Amerîkayê” nayê qebûlkirin. Şam li dûv rêyên diyaloga bi Tirkiyeyê re digere û diyaloga bi me re red dike. Rûsya bi temamî ji niyetên me yên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê haydar e. Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin û pêwendiya me ya bi Washingtonê re li gorî esasên têkoşîna bi terorê re ye. Çareseriya esasî ya siyasî dê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derxe. Gefên Tirkiyeyê yên li ser bakurrojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin."