Îlham Ehmed: Me tu hevdîtin bi Îmraliyê re nekir

19 gulan 2026 12:54

Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê îdiayên "çûyîna Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan" red kirin.

Îlham Ehmed: Me tu hevdîtin bi Îmraliyê re nekir

RûpelNews - Di demên dawî de li ser hin dezgehên ragihandinê û medyaya civakî îdiaya "Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyane" hat belavkirin.

"Ev nûçe ne rast in"

Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got: "Me tu hevdîtin pêk neanî."

Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsî:

"Di rojên dawî de nûçeyek belav bûye ku xwedêgiravî em li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re civiyane û me hevdîtin kiriye. Em ji raya giştî re diyar dikin ku ev nûçe ne rast e. Ti hevdîtin çênebûye û îhtimala hevdîtinekê jî tune."