Îlham Ehmed biryara ENKSê wek gaveke pêsketî ya nav mala Kurd bi nav kir

04 sibat 2020 23:40
Îlham Ehmed biryara ENKSê wek gaveke pêsketî ya nav mala Kurd bi nav kir

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokrat (MSD) Îlham Ehmed pêşwazî li vekirina ofîsên partiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê kir û got, ew gaveke erênî ye.

Îlham Ehmed da xuyakirin ku biryara Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê vekirina ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, gaveke erênî û pêşketî ye û di berjewendiya dubare rêxistina navmala Kurdî de ye.

ENKSê 2yê Sibatê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan piştî danûstandinên bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Kobanî û daxuyaniya Rêveberiya Xweser biryar daye ofîsên xwe ji nû ve li Rojavayê Kurdistanê vekin.