Îlham Ahmed li Kongresa Amerîkayê axivî: Tirkiyê gaza kîmyewî bikar anî

24 cotmeh 2019 16:15
Îlham Ahmed li Kongresa Amerîkayê axivî: Tirkiyê gaza kîmyewî bikar anî

PeyamaKurd - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed li Kongresa Amerîkayê axaftinek kir û diyar kir ku Tirkiyê çekên qedexe bikar anîn û daxwaz kir ku şandeke çavdêr bo Rojava were şandin.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed diyar kir ku Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) çekên qedexe  bi kar tînetîne û diyar dike ku ew ne li benda biryara Trump a vekişîne bûn.

'Tirkiyê be sedem êrişî me kir'

Ahmed wiha axivî: “Em ne li benda encamekE wiha bûn, em şok bûn. Me xwe di nava şer de dît û me parastina xwe kir. Dewleta Tirkiyê di axa me de şerê me kir. Hêzên me li dijî DAIŞê şer dikirin û Tirkiyê bê sedem êrişî me kir. Di encama vî şerî de nêzîkî 300 hezar kes penaber bûn û 250 kesî canê xwe ji dest dan ku hejmarek ji wan zarok bûn. Herweha nêzîkî 300 kesî jî winda bûne.”

‘Tirkiyê gaza kîmyewî (fosfor) bikar anî’

Hevseroka MSDê di gotara xwe ya li Kongresê de da zanîn ku Tirkiyê çekên kîmyewî bikar tîne: “Serê Kaniyê bi top û teyarên Tirkiyê ji binî ve hatiye xerakirin. Siyasetmedatên me hatin kuştin. Hevrîn Xelef. Komkujiyên meydanî pêk hatin. Çeteyên dewleta Tirkiyê kiryarên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Gaza kîmyewî (fosfor) bikar anîn. Heya niha ji ber bêderfetî me nekarî lêkolînên pêwîst bikin. Me gelek xwest ku ev şerê were rawestandin lê her tim ji me re hat gotin ku em nikarin rawestînin. Axa me bi dirêjî 129 KM û 32 KM bi kûrahî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîkirin”

‘Emîrên DAIŞê kirine Artêşa Azad’

Ehmed destnîşan dike ku Tirkiye DAIŞiyan di nava ASAyê de bicî dike û bi wan êrişî Kurdan dike. Ahmed, “Kesên ku derbasî axa me bûne hemû emîrên DAIŞê bûn, niha kirine artêşa Azad a Sûriyê û pê êrîşî me dikin. Ji me re sond dixwin ku em ê serê jê bikin û dirûşemeyên DAIŞê hildidin. Dewleta Tirkiyê ji van re dibêje muxalefet lê ev DAIŞî ne û xwe ji nû ve û bi navekî din xwe bi rêxistin dikin.”

‘Êrîşî Kampan kirin û DAIŞî reviyan’

“Êrîşî kampan jî kirin û hinek DAIŞî reviyan. Ji malbatên DAIŞiyan nêzîkî 600 kesî reviyan ku 6 ji wan frensî, 2 belçîkî û 10 jî ku nasnameya wan ne diyar e reviyan. Rewşeke xirab heye ku ewlehiya dinyayê, ewlehiya Amerîkayê bikeve bin xeteriyê. Yê ku teqîna li New Yorkê kiribû jî li cem me girtî bû. Ev rewşeke bi talûke bi xetere. DAIŞiyên girêdayî dewleta Tirkiyê êrişên xwe berdewam dikin.”