ÎHR amarên 200 rojên protestoyên Jîna Emînî û îdaman eskere kir
06 nîsan 2023 00:02
PeyamaKurd – 200 roj bi ser protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsê exlaqê ve ku ji Îlona 2022yan ve, destpê kirine derbas bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ragihand ku di nava 200 rojan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 4 xwepêşanderên girtî jî hatine darvekirin.
ÎHRê da xuyakirin, rejîma Îranê cezayê îdamê wek alaveke tirsandinê bi kar tîne û civaka navneteweyî jî bertekê nîşanî van darvekirinan nade.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di navbera 17-30ê Îlonê de 5 kes, di meha Cotmehê de 30 kes, di Mijdarê de 57 kes û di meha Kanûnê de jî 72 kes bi tawanên wekî madeyên hişbir û sedemên din hatin darvekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rapor: Îranê 715 sal ceza daye xwepêsanderên protestoyên 'Jîna Emînî'
12 îln 2023
Jiyan
IHR: Pistî protestoyên Jîna Emînî rêjeya îdaman li Îranê 36% zêde bûye
14 îln 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin