Seqiz | Di protestoyên kustina Jîna Emînî de, kesek hat kustin û hejmarek kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku doh termê keça Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê ji aliyê polîsê Îranê ve hatibû qetilkirin, bi axê hat spartin xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
Li gorî zanyariyan, xwepêşandana şermezarkirina rejîma Îranê ya li Seqizê rastî êrîşa hêzên Îranê hat û di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku kesê hatiye qetilkirin navê wî Kiyan Direxşan e û derbarê hejmar û rewşa birîndarên din de, agahiyên zelal û piştrastkirî diyar nebûne.
Hêjayî gotinê ye, piştî belavbûna nûçeya bi îşkenceya polîsên Tehranê kuştina Jîna Eminî (Mehsa Eminî) li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û ew kiryar hate şermezarkirin.
Herwiha partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî biryar dane 19ê Îlonê li seranserê bajarên Rojhilat çalakiya mangirtinê were lidarxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin