ÎDÎA | Sûriye xweseriyê dide Kurdan û navê HSDê diguhere

14 cotmeh 2019 10:08
ÎDÎA | Sûriye xweseriyê dide Kurdan û navê HSDê diguhere

PeyamaKurd – Ajansa dewletê ya Sûriyê ragihand ku di navbera HSDê û artêşa Sûriyê de ji bo parastina sînorên Sûriyê rêkeftinek pêk hatiye. Li gorî rayedaran ew rêkeftin bi garantoriya Rûsyayê li baregeha leşkerî ya rûsî Hmeymimê hat çêkirin.

Çavkaniyên HSDê ji StepNewsê re hin xalên Rêkeftina HSDê û rejîmê eşkere kirin û diyar kirin ku wê artêşa Sûriyê têkeve nava Minbic û Kobaniyê.

Hin xalên rêkeftinê wiha ne.

  • Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) we xwe dimîne lê navê wê diguhere û dibe ‘5emîn Kolorduya Sûriyê’.
  • Serokatiya wê ji Kurdan û Ereban pêk were.
  • Li gorî nûçeyê xaleke din a rêkeftinê jî ew e k udi destûra nû de mafê Kurdan bêne pesendkirin û bo wan xweserî bê dayîn.
  • Herweha Efrîn jî tê de ji bo hêznê Tirkiyê ji Sûriyê bêne derxistin dê xebat bêne meşandin.

Ji aliyê din ve çavkanî didin zanîn ku hêzên rejîmê tevî hêzên rûsî ber bi Minbic û Kobaniyê ve ketine nava tevgerê.