Îngilîstan 25 milyon sterlîn alîkarî ji bo Tirkiye û Sûriyeyê dide
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îngilistanê da hat diyarkirin, ji ber erdheja ku li Mereşê pêk hat û bû sedema wêraniyê, wê 25 milyon sterlîn alîkarî ji bo Tirkiye û Sûriyeyê bê kirin.
Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên li Mereşê, gihandina alîkariyên navneteweyî yên ji bo Tirkiye û Sûriyeyê dewam dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îngilistanê de hat diyarkirin, wê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê pakêteke alîkariyê ya 25 milyon sterlînî bê dayîn. Di çarçoveya pakêta alîkariyê de ji bo malbatên di şert û mercên sar ên zivistanê de bê mal mane jî kon û betanî hene.
Herwiha hat diyarkirin, ji bo berdewamiya xebata li nexweşxaneya meydanî ya ku ji aliyê Îngilîstanê ve li navçeya Turkoglu ya Mereşê hatiye avakirin û di salona emeliyatê ya tê de 24 saetan lênihêrîna tenduristiyê dide, wê piştgiriya aborî bidome.
Piştî erdhejan Îngilîstanê ewil tîmeke lêgerîn û xelaskirinê ya ji 77 kesan pêk dihat wezîfedar kir ku li Tirkiyeyê bixebitin û paşê jî bi tîmeke bersivdayînê ya lezgîn şandin nexweşxaneyeke meydanî.
Ji Îngilîstanê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê pakêta alîkariyê ya 25 mîlyon sterlinîDi derbarê mexdûrên erdhejê yên li Sûriyeyê de, ji roja erdhejê vir ve alîkariya Îngilîstanê ya ku piştgirî dide saziya sivîl a bi navê Xûzeyên Spî ku li herêmê dixebite, bi pakêta dawîn re gihaşt 42,8 mîlyon sterlînî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin