Ibadî: Îran nehist cara duyem bibim serokwezîr
PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ibadî got ku bo cara duyem Îran nehiştiye bibe serokwezîrê Iraqê. Ibadî di televîzyoneka herêmî de di vê mijarê de weha got:
“Ez dibêjim bi sedema ku min got em ê dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê bicîh bînin, Îran nehişt cara duyem bibim serokwezîr. Ya rast Îranî ji vê tirsiyan. Bi wê sedemê serokwezîrê niha destek kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin