Îbadî: “Der heqê PKKê de, em naxwazin serê bi wekalet bikin.”
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî der barê hebûna PKKê di nava axa Iraqê de ragihand, “Eger ew penaber in li Iraqê, tu pirsgirêkeke me bi wan re tune, lê rê bi hilgirtina çek li Iraqê nayê dan û rê nayê dan ku li derveyî desthilata dewletê, çek di destê tu kes û aliyekî de hebe.”
Heyder Îbadî îro li Bexdayê di konfransa xweya çapemeniyê ya heftane de amaje bi hebûna binke û baregeh û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nav axa Iraqê de kir û got: “Ti berjewendiya me di wê yekê de nîne ku handan hebe ji bo ku berjewendiyên me li gel Tirkiyê bikeve metirsiyê. Tirkiye welatekî cîran e, me tu arasteyek nîne ji bo ku em piştevaniyê li tu aliyekê bikin li dijî Tirkiyê."
Serokwezîrê Iraqê herwiha red kir ku tu hêzeke nû ya Tirkiyê derbasî nav axa Iraqê bibe û diyar kir: "Tiştek bi navê hatina hêza nû ya Tirkiyê bo nav axa Iraqê nîne, heta tu komkirineke hêza serbazî jî li ser sînorê Iraq-Îranê li holê nîne."
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ew rê nadin axa Iraqê ji bo encamdana êrişan li dijî tu welatekî û di nav de jî li dijî Tirkiyê were bikaranîn û got naxwazin ligel tu kes û aliyekî şer bikin ango şerê bi wekalet bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin