Hûsiyan li kestiya Yewnanistanê dan: Kestiyê av girtiye

13 hezîran 2024 17:53
Hûsiyan li kestiya Yewnanistanê dan: Kestiyê av girtiye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hûsiyên Yemenê ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike, li Deryaya Sor, li dijî keştiyeke kompaniyeke Yewnanîstanê hêriş pêk aniye û di encamê de keştiyê xesar xwariye û av girtiye.

Hate hînbûn ku di encamêa hêrişa Hûsiyan de keştiya Yewnaniyan xesar xwariye.

Ev agahî ji aliyê Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Brîtanyayê (UKMTO) ve hate dayîn.

UKMTOyê ragihand ku Hûsiyên li Yemenê duh li Deryaya Sor, li dijî keştiya Tutor a bi ala Lîberyayê ya ku xwediyê wê kompaniyeke Yewnanîstanê ye, hêriş pêk anîne û di encama hêrişê de keştiyê xesar xwariye û av girtiye.

UKMTOyê di daxuyaniya xwe de got: “Duh, me agahiya ku li Deryaya Sor keştiyek bi frokeyeke bêmirov hatiye lêdan û di encamê de av girtiye wergirt.

UKMTO diyar kir ku keştî pêşî bi dronê û cara duyemîn jî bi moşekê hatiye lêdan û rayedarên leşkerî jî alîkariya keştiyê kirine.