Gefên Hûsiyan li ser Kendava Bab el-Mandeb: Emê wê bigirin
Abdulgani Ali el-Zubaydi, fermandarekî leşkerî yê Hûsiyên Yemenî, îdia kir ku hêzên wî ji bo her cure pevçûneke leşkerî ya bi Îsraîl û DYA re amade ne. Zubaydi diyar kir ku îhtîmaleke mezin heye ku eger alozî zêde bibin, Kendava Bab el-Mandeb were girtin.
RûpelNews - Di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24 re, fermandarê leşkerî yê Hûsiyan Abdulgani Ali al-Zubaydi tekez kir ku hêzên wî di asta herî bilind a hişyariyê de ne. Al-Zubaydi, diyar kir ku di destê wan de mûşekên dûravêj û firokeyên bêmirov hene ku hem ji aliyê kalîteyê û hem jî ji aliyê hejmarê ve bi berdewamî tên nûjenkirin, tekez kir ku ew bi amûrên leşkerî yên modern hatine çekdarkirin.
Stratejiya Tengava Bab el-Mandeb û gefên girtinê
Zubeydi, amaje bi îhtimala girtina Tengava Bab el-Mandeb, yek ji girîngtirîn rêyên avê yên cîhanê, kir û ev pêngav wekî "yek ji vebijarkên xurt" bi nav kir. Di vê navberê de, rêberê Hûsiyan Huseyn el-Ezî, di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê de, zimanekî tundtir bi kar anî û îdia kir ku heke rêveberiya Sanaa biryar bide tengavê bigire, "heta mirovahî û cin hemû jî bibin yek, ew nikarin wê ji nû ve vekin".
Banga aştiyê ji bo rêveberiya Trump
Hussein al-Ezzi her wiha polîtîkayên Serokê DYA'yê Donald Trump û welatên piştgiriya wî dikin rexne kir. Al-Ezzi anî ziman ku divê demildest dawî li van polîtîkayan, ku li gorî wî astengiya li pêşiya aştiyê ne, were anîn û "divê rêz li daxwazên rewa yên gel were girtin".
Metirsiya felcbûnê di bazirganiya deryayî ya cîhanî de
Hêjayî gotinê ye ku ev gefên Hûsiyan hevdem in bi serdemeke ku Tengava Hurmûzê ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatibû girtin. Analîstên siyasî hişyarî didin ku eger piştî girtina Tengava Hurmûzê Tengava Bab el-Mandeb jî were girtin, bazirganiya deryayî ya li herêmê dikare bi temamî felc bibe.
Beşdariya Hûsiyan di pevçûnê de
Hatibû destnîşankirin ku her çend Hûsiyan di destpêka pevçûna li herêmê de bêdeng mabûn jî, wan di 28ê Adarê de bi avêtina gelek mûşekên balîstîk li ser Îsraîlê, bi awayekî fermî ketin şer.
