Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk li baregeha Erebistanê xistin
11 mijdar 2021 04:27
PeyamaKurd – Hûsiyên ku Îranê destekê dide wan ragihandin ku bi fuzeyan li baregehekî Erebistana Si’ûdiyê xistine û di encamê de mirî û birîndar hene.
Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî bi nivîskî ragihand ku li başûrê Erebistanê li bajarê Zahranê bi 3 fuzeyên balîstîk li qarargaha boluka yekî xistine. Serî got ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Berdevk her weha got ku li Yemenê li bajarên Taîzê û Maribê bi fuzeyan li baregehên hukumetê xistine ji leşkerên Yemenê û leşkerên biyanî kuştî û birîndar hene.
Ajansa fermî ya Erebistanê SPA îro ragihandibû ku Hûsiyan bi 3 fuzeyên balîstîk li wan xistine û her sê fuze jî li hewa hatine îmhakirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hûsî: “Me bi 3 fuzeyên balîstîk li basûrê Erebistanê xist”
25 brf 2021
Jiyan
Husî ragihandin ku bi fuzeyên balîstîk û IHAyan êrîsê Îsraîlê kirine
14 rbn 2025
Tenduristî
Rûsya fuzeyên balîstîk yên 8 hezar km yî ceriband
12 brf 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin