Hunermendê Silêmaniyî ji bo Pêşmergeya Şehîd Xezalê çalakiyeke protesto kir

24 nîsan 2026 10:49

Nexweşxaneyên Silêmaniyê ji beriya ku şehîd bikeve Xezal Mewlan a Pêşmergeya ku di êrişên Îranê de birîndar bibû ji bo dermankirinê qebûl nekiribûn. Hunermendê naskirî yê ji Silamaniyê Ehmed Nebez, boyaxa sor bi serê xwede rijand û li ber derê wê nexweşxaneya ku Xezal qebûl nekiribû çalakiyeke protestoyî encam da. 

Hunermendê Silêmaniyî ji bo Pêşmergeya Şehîd Xezalê çalakiyeke protesto kir

RûpelNews - Ehmed Nebez ê ku hunermendekî ji Silêmaniyê ye, li ber Nexweşxaneya Bexşîn a Silamaniyê ji bo protestokirina helwesta li hemberî Pêşmergeya şehîd Xezal Mewlanê çalakiyeke balkêş encam da. Ehmed Nebez, boyaxa sor bi serûrû û cilûbergên xwe de kir û xwe li ser dîwareke li pêşberî Nexweşxaneya Bexşîn dirêj kir û çalakiya protestoy encam da. Vê çalakiyê di demeke kurt de di nava raya giştî ya kurd de deng veda. 

Ew di êrîşeke Îranê de birîndar bûbû

Xezal Mewlan, Pêşmergeyeke jin a 18-salî ji bajarê Mahabadê yê li Rojhilatê Kurdistanê bû, di 14ê Nîsanê de di êrîşeke dronên Îranê de li ser kampa li navçeya Soran a parêzgeha Silêmaniyê bi giranî birîndar bûbû. Piştî ku ew bo Silêmaniyê hate veguhestin, li ber çend nexweşxaneyan hat redkirin û di encamê de şehîd ket.

Piştî şehadeta trajedîk a Xezal Mawlanê raya giştî ya kurd bertekên berfireh nîşan dan

Partî û tevgerên Kurdistanî bertekên xwe wiha anîn ziman: "Şervana Pêşmerge Xezal Mawlan birîndar bûbû. Mixabin, hin nexweşxaneyên li Silêmaniyê red kirin ku laşê wî yê birîndar qebûl bikin, dermankirina wî red kirin û di encama vê helwestê de, Xezal Mawlan şehîd ket. Ev şermezarî bi vê yekê bi dawî nebû; hin mizgeftên li Silêmaniyê jî red kirin ku destûrê bidin laşê şehîd Xezalê were şûştin. Kesayetiyekî kurd li Sulêmanîyê laşê wê li mala xwe şûşt.

Helwesta nexweşxaneyên li Sulêmanîyê, berî her tiştî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye; li dijî adet, kevneşopî û çanda kurdan e; li dijî baweriya Îslamê ye; sûcekî li dijî doza neteweya kurd e û xizmeta dijmin û dagirkerên gelê Kurdistana dike.

Em her wiha bi tundî li dijî bêperwa û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletên serwer derdikevin."