Hukumeta Kurdistanê: Derewe ku di ser axa Herêma Kurdistanê de sîlih çûne Îranê
PeyamaKurd – Berdevkiya hukumeta Herêma Kurdistanê, li ser hinek malperên Îranê yên medyayê hatiye belavkirin û xeberên xwe birine ser daxwuyaniyên şêwrimendê berê yê netewî yê ewlehiya Amerîkayê John Bulton ku sîlihan di ser Herêma Kurdistanê de şandine Îranê. Berdevkiya hukumeta Herêma Kurdistanê van gotinan red kir.
Di daxwuyaniya berdevkiya hukumeta Herêma Kurdistanê de hat gotin ku di rêvebiriya Amerîkayê de ti roleka an ku wezîfeyeka Bolton tine û gotinên ku tên gotin bi temamî derewin.
Berdevkiya hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku berê jî xeberên weha yên eslê wan tineye hatine belavkirin û hukumeta Herêma Kurdistanê qebûl nake ku di ser Herêma Kurdistanê de welatên cîran bên tehdîdkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin