Hukumeta Îspanyayê seetên xebatê yên heftane dadixe 37,5 seetan

05 sibat 2025 02:46
Hukumeta Îspanyayê seetên xebatê yên heftane dadixe 37,5 seetan

PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Îspanyayê ya çepgir di dengdana civîna xwe de qebûl kir ku seetên xebatê yên xebatkarên Îspanyayê di hefteyê de ji 40 seetan daxînin 37,5 seetan. Biryarnama xwe şandin meclisa Îspanyayê da bikeve ber dengdanê.

Wezîrê xebatê û hem cîgirê serokwezîr yê Îspanyayê Yolanda Diaz li ser mijarê got:

“Ji bo em bixebitin dijîn, ji bo bijîn em dixebitin. Ya girîng ne ew e ku em di xebatekî profesyonel de wexta ku em derbas dikin, ya girîng jiyana me ye. Kêmkirina seetên xebatê wê destekê bide nûjenbûna welatê me.”

Li Îspanyayê konfederasyona karsazan li hemberê vê qanûnê dertê lê hukumet dema bi sendîkayên karkeran re axifî, sendîka destekê dan pêşniyarê. Piştî hevdîtinên 11 mehan, pêwendîdar gihan vê biryarê.