HSDê, serkirdeyekî ISÎDê girt
PeyamaKurd- Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di operasyona asayîşê ya li dijî şaneyeke IŞÎDê de li gundewarê rojhilatê Dêrezorê 'serkirdeyekî' rêxistina terorî girt.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera HSDê hat ragihandin, operasyon roja şemiyê, piştî şopandina çalakiyên şaneyê li herêma Ezbe ya li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê çêbûye.
Hat diyarkirin ku operasyon bi piştevaniya bejayî û asîmanî ya Hêzên Koalîsyona Navdewletî hatiye rêvebirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku di operasyonê de belge û qeydên ku têkilî û hevahengiya 'serkirdeyê terorîst' bi serkirdeyên rêxistina IŞÎDê re îsbat dikin jî hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya HSDê, serkirdeyê IŞÎDê di ewlekirina cebilxane, çek û alavên teknîkî yên leşkerî de ji bo pêkanîna operasyonên terorîstî û her wiha veguhestina teqemeniyan û amûrên çêkirina wan de xwedî roleke girîng bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin