HSDê bersiva twîta Kurdî ya berdevkê hevpeymaniyê da: Em kêfxwes in...
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê şeva borî li ser twitterê bi Kurdî spasiya şervanên jinên Kurd di şerê dijî terora DAIŞê de kiribû û dawiyê gotibû, “Jin, aştî, ewlehî!”
Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustefa Balî jî bi twîteke Kurdî bersiva wê twîta Kurdî ya berdevkê hevpeymaniyê da û got, “Wisa xuya ye birêz Caggins xwe fêrî Kurdî dike. @OIRSpox :) Em kêfxweş in û amade ne alîkariya pêwîst bikin, him di şerê li dijî terora DAIŞê de û him jî di hewldanên wî yên fêrbûna zimanê Kurdî de.”
Wisa xuya ye birêz Caggins xwe fêrî Kurdî dike @OIRSpox. :) Em kêfxweş in û amade ne alîkariya pêwîst bikin, him di şerê li dijî terora DAIŞê de û him jî di hewldanên wî yên fêrbûna zimanê Kurdî de. ?? https://t.co/gYIKNBh9C7
— Mustafa Bali (@mustefabali) November 3, 2019
Caggins jî ligel wêneyên şervanên jinên YPJ û Pêşmerge bi Kurdî gotibû, “Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞ’ê ve heta niha jinan, di nava qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir dikin. Jin, aştî, ewlehî! #TwitterKurds #SDF”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin