HSD wê hêzên xwe yên Dêrazorê bisîne ser sînorê Tirkiyê
PeyamaKurd - Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ne, ragihand ku wê şervanên wan li ser sînor bicih bibin û li dijî artêşa Tirkiyê rawestin.
Hat zanîn ku Meclîsa Leşkerî û ya Sivîl ên Dêrazorê li ser gefên dewleta Tirkiyê yên operasyonê civînek li dar xistin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla di civînê de gefên Tirkiyê red kir û got:
“Em wekî Meclisa Leşkerî, bi fermî radigihînin ku em ê hêzên xwe yên leşkerî bişînin ser sînorê Sûrî- Tirkî, da ji her êrîşekê re amade bin”.
Herwiha di heman civînê de Hevserokê Mecilsa Sivîl ya Dêrazorê Dr. Xesan el- Yûsiv jî metirsiya bo gefên Tirkiyê aniye ziman û gotiye:
“Eger ti êrîş li dijî herêmê pêk were, wê dîsan çeteyên DAIŞê derkevin holê û ji berê xurttir bibin. Ev jî wê li ser hemû kesî bibe xeteriyeke mezin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin