HSD: Ti rêkeftinek bo radestkirina Eyn Îsayê çênebûye, emê berevaniyê bikin
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kino Gabriel, êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê bibîr xist û got, Tirkiye pabendî agirbestên ligel Rûsya û Amerîkayê nabe û Rûsya û Amerîkayê jî xwe li hember êrîşan kerr û lal kirine. Kino Gabriel diyar kir ku ew dê li hemberî êrîşan di çarçoveya xweparastina rewa de, berevaniyê bikin.
Gabriel ji medya nêzîkî HSDê re li ser êrîşên bajaroka Eyn Îsa û gundewarên wê gotiye, “9ê Cotmeha 2019an li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmê du peymanên agirbestê hatin îmzekirin. Ya yekemîn di navbera Amerîka û dewleta Tirk de 17ê Cotmeha 2019an ya din jî 22yê Cotmehê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hatiye îmzekirin. Lê belê dewleta Tirk pabendî agirbestê nebû û hîna êrîşên xwe li ser herêmê dewam dike. Rûsya û Amerîka li hemberî êrîşan xwe kerr û lal kirine.”
Berdevkê HSDê diyar kiriye, “Planên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît, dema ku êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kiribû.”
Gabrîal li ser helwesta dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê li hemberî êrîşên Tirkiyê daye xuyakirin: “Xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirk de (wekî hêzeke herêmî) ye. Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin.”
Berdevkê HSDê daye zanîn ku Tirkiye xetên ku heta niha di peymanan de diyar kirine, derbas dike û dibêje: “Bawer im, fişareke domdar li ser Tirkiyê heye da ku êrîş û binpêkirinên xwe rawestîne û li gorî peymanên berê agirbestê pêk bîne.”
Kîno Gabrîel li ser îdiayên ku dibêjin, HSD û Rûsyayê di peymana 9ê Cotmehê ji bo radestkirina Eyn Îsayê bo rejîmê li hev kirine jî gotiye: “Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştekî bi vî rengî hebûya, me yê bi awayekî fermî ragihandiba.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin