HSD: Me êrîsa du çeteyan li dijî dewriyeya hêzên me têk bir

30 berfanbar 2021 15:02
HSD: Me êrîsa du çeteyan li dijî dewriyeya hêzên me têk bir

PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, wan li rojhilatê Dêrazorê êrîşa du çeteyan li dijî dewriyeya hêzên wan têk bir û di encamê de, çekdarek hat kuştin û yek jî reviya.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk di drbarê êrîşê de daxuyaniytek da û di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî HSDê, do êvarî êrîşa ku du çekdarên nenas bi rêya motorsiklêtekê li bajarokê Cirzê yê rojavayê rojhilatê Dêrazorê pêk aniye, têk bir û di encamê de çekdarek hat kuştin û yê din jî revî û xwe di nava malan veşart.”

HSDê herwiha da zanîn: “Hêzên me êrîşa li dijî dewriyeyekê ya li herêmê ya ji bo serdegirtina şaneyên veşartî, têk bir û çekdarê ku hate kuştin rakirin nexweşxaneyan, lê nasnameya wî nayên zanîn.”

Nevendê di dawiyê de eşkere kir: “Ev êrîşa duyemîn e ku hêzên me di navbera du rojan de li rojhilatê Dêrazorê têk dibin.”