Austin: Em ê çavê xwe ji ti êrîsa dijî hêzên Amerîkî re negrin
07 tebax 2024 20:37
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, piştî êrîşa komên Îran piştevaniya wan dike ya bi ser baregeha Eyn Esed a Iraqê de ku 7 personelên leşkerî yên Amerîkayê birîndar bûn, îro 7ê Tebaxê daxuyanî da.
Austin got ku ew dê çavê xwe ji ti êrîşeke dijî hêzên Rojhilata Navîn ên Amerîkayê re negirin û diyar kir, “Xetayan nekin! Wê Amerîka ji ti êrîşeke li dijî hêzên me yên herêmê re, çavê xwe negre.”
Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê jî doh ragihandibû ku di êrîşê de 5 personelên leşkerî yên Amerîkî û 2 karsazên Amerîkî birîndar bûne ku rewşa tenduristiya wan baş e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Daxuyaniya Hewlêrê li ser êrîsa li dijî hêzên Amerîkî
30 rbn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin