HSD: Me bersiv da êrîsên Tirkiyê
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan bersiva êrîşên Tirkiyê yên ev du roj in berdewam dikin dane.
Li gorî daxuyaniya HSDê li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê 2 operasyon li dijî hêzên Tirkiyê hatine kirin û hate îdiakirin ku hejmarek leşker hatine kuştin û birîndarkirin.
HSDê diyar kiriye ku hêzên wan di di çarçoveya mafê parastina rewa de, li baregehên artêşa Tirk ên li dora gundên Enêq El Hewa û Bab El Ferec ên bajarokê Zirganê jî xistine ku hejmarek çekdar û leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin.
Herwiha HSDê draye zanîn ku ew dê paşê agahiyên berfirehtir belav bikin.
Hatiye diyarkirin ku di encama êrîşên du roj in bi ser herêmên Rêveberiya Xweser de berdewam dikin, beşeke binesaziya herêmê wêran bûye, zirarek mezin li mal û milkên sivîlan hatiye tevî kuştina 14 welatîyan û 40 kesên din jî bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin