HSD: Li Dêrazorê 22 terorîstên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – HSDê li Bisêrayê ya girêdayî bajarê Dêrazorê, di encama operasyona paqijkirinê de, 22 terorîstên DAIŞê girt.
Têkildarî operasyonê Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Operasyon, bi çavdêriya asîmanî ya ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hate destpêkirin. Operasyon du rojan dewam kir, di encamê de 22 çeteyên DAIŞê hatin girtin. Kargeheke çêkirina mayînan hate dîtin û rêjeyeke mezin a çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin. Piştî bi destxistina van encaman hêzên me operasyona paqijiyê ya bajarê Bisêra yê Rojhilatê Dêrazorê bi dawî kirin.”
Navendê HSDê herwiha eşkere kir, şaneyên DAIŞê yên terorîst di 20ê Sibata borî de bi rêya motorsîklêteke bombebarkirî çalakiyeke terorî li sûka bajar pêk anî. Di encamê de, 3 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin