HSD: Divê NY zextê bike da ku welat hemwelatiyên xwe ên DAISî vegerînin
PeyamaKurd – HSDê li ser mijara zarokên DAIŞê (Eşbal El-Xelîfe) de bersiva UNICEFê da û bi bîr xist ku ew girêdayî peymanên navnetewî yên parastina zarokan in û bang li NY kir ku wan zarokan vegerînin welatên wan.
Di êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya ku 20ê Çile destpê kir de, yek ji mijarên ku derket pêş, mijara zarokên DAIŞê (Eşbal El-Xelîfe) bû û Rêxistina UNICEF a navnetewî, bi daxuyaniyekê metirsiya xwe li ser wan, anî ziman.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyaniyekê bersiv da UNICEFê û eşkere kir, ew vê daxuyaniyê pêşwazî dike û hin xalên ku divê neyên paşguhkirin, wiha rêz kirin:
“HSDê neçar ma weke tedbîreke demkî, heta ku çareseriyek ji wan re were dîtin van zarokan bigre, da ku hem wan biparêze û hem jî civakê ji wan biparêze.
Ev Zarok ji çekdaran cuda tên girtin û hucreyên wan jî cuda ne.
Ev yek jî li gorî perspektîfên NYyê pêk hat û me lîsteya agahiyên têkildarî wan zarokan jê re şandin.
Me derfet da hemû sazî û rêxistinên mirovî ku destekê bidin wan zarokan û bernameyên ji nû ve perwerdekirinê ji wan re deyne.
Me di asta yekemîn de weke ku qurbanî ne bi wan re, mijûl bûn.
Ev zarok rasterast beşdarî şer bûne û di perwerdeyên leşkerî û îdeolojiya tundrew re derbas bûne, ji bo wê hêzên me di Gulana 2021an de, gelek tedbîrên taybet ên li gorî pîvanên navneteweyî yên ji bo parastina zarokan, girtin.
Gelek caran me bang li NY û civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe ên têkildarî vê mijarê bi cih bînin û çareseriyên rastîn jê re peyda bikin.
Van zarokên ne Sûrî vegerînin welatên wan da ku ji nû ve bên perwerdekirin û tevlî civakê bibin, ji bo ku jiyaneke asayî bijîn.
Me bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendên ji nû ve perwerdekirina zarokên sûrî û yên biyanî ava bikin, heta vedigerin welatên xwe.
Lê heta niha ev bangewaziyên me bê bersiv mane.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirin.
HSDê bersiv da UNICEFfê û eşkere kir: Divê NY zextê bike da ku welat hemwelatiyên xwe ên DAIŞî vegerînin
NY û piraniya dewletên endam di serî de welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞê de hene, ev dosya paşguh kirin, sozên ku dane pêk neanîn û barê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tenê li ser Rêveberiya Xweser hiştin.”
HSDê bang li NY kir ku ji welatên ku hemwelatî û zarokên wan di nav DAIŞê de hene bixwaze ku wan vegerînin.
Herwiha HSDê bang li UNICEF û rêxistinên mirovî jî kir ku ji bo avakirina navendên ji nûve perwerdekirinê yên li gorî pîvanên navdewletî, destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin