HSD: 5 tank hatin ruxandin, 6 balafirên kesfê hatin xistin
PeyamaKurd – Yek ji Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Amed Amûdê, bi destpêka êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de, bîlançoye şerê navbera wan û çekdar û leşkerên artêşa Tirkiyê eşkere kir.
Fermandarê HSDê ragihand, li Girê Spî 5 tankên dewleta tirk hatine rûxandin û 5 çete hatine kuştin, li Dirbêsiyê xaleke leşkerî û wesayîteke bi palêt hatine rûxandin û 6 balafirên keşfê jî hatine xistin.
Li gorî nûçeya Ajansa ANHAyê Amed Amûdê da xuyakirin ku artêşa tirk ew neçarî şer kirine û wiha axivî:
“Gund û bajarên me hatin topbarankirin û noqteyên me yên leşkerî rastî êrîşan hatin. Em jî neçarin ku xwe biparêzin. Tevî bangawaziyên me yên ji bo aştî û çareseriyên bi rêya diyalogê jî, wan şer tercîh kir. Hêzên me ji bo parastinê amade bûn. Di vê çarçoveyê de jî hêzên me temamiya sînor ango ku Dîcle heta Firat kire agir.”
Amed Amûdê anî ziman ku hêzên wan heta niha di encama şer de li Girê Spî 5 tankên dewleta tirk rûxandin û 5 çete jî kuştine.
Amûdê got, “Termên çeteyan di destê hêzên me de ne. Li herêma di navbera navçeya Amûdê û Dirbêsiyê de jî noqteyeke hêzên dewleta tirk û wesayîteke bi palet hatin rûxandin. Herwiha 6 balafirên keşfê yên drone jî hatin xistin.”
Fermandar Amed Amûdê wiha pê de çû: “Hêzên me dê heta dawiyê parastina axa xwe bikin û gelê xwe biparêzin. Tevahiya cîhanê bi me re be em êrîşî tu kesî nakin. Lê ger temamiya cîhanê êrîşî me bike jî em ê li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku xwediyên vê axê ne û em mafdar in. Em ê destkeftiyên di 8 salên dawî de hatine bidestxistin feda nekin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin