HPG: Ew kesên li Şirnexê hatîn kuştin, ne kontra bûn, ew nêçirvan bûn

11 tebax 2026 16:56

HPGê ragihand ku lêpirsîna derbarê kuştina Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz de, ku di 5ê Tîrmeha 2020an de li herêma Çiyayê Cûdî ji aliye hêzên wan ve hatibûn kuştin, hatiye qedandin. HPGê wê demê îdia kiribû ku her du kes ji ber “karên kontra” hatine kuştin. Di daxuyaniya nû de hat ragihandin ku Gungen û Batmaz ji bo nêçirê çûbûn herêmê û li dijî HPGê ti çalakiyek nekiribûn.

HPG: Ew kesên li Şirnexê hatîn kuştin, ne kontra bûn, ew nêçirvan bûn

RûpelNews - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz de, ku di 5ê Tîrmeha 2020an de li herêma Çiyayê Cûdî hatibûn kuştin, daxuyaniyek weşand.

HPGê di daxuyaniya xwe ya 8ê Tîrmeha 2020an de navên her du kesan wek “Sebahattîn Gungor” û “Hejar Batmaz” ragihandibû û îdia kiribû ku ew ji ber “karên kontra” hatine kuştin.

Piştî şeş salan, HPGê ragihand ku hem di derbarê nasnameya kesên hatine kuştin de û hem jî di derbarê sedema bûyerê de agahiyên wê demê şaş bûn.

“Li dijî gerîla ti çalakiyek nekiribûn”

HPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî bûyerê ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ve lêpirsînek hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber ku hin endamên HPGê yên bi hûrgiliyên bûyerê dizanîn di pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji ber şert û mercên şer ên li herêmê, lêpirsîn demeke dirêj berdewam kir. HPGê ragihand ku bi daneyên di demên dawî de hatine bidestxistin, lêpirsîn hatiye qedandin.

Di encama lêpirsînê de hatiye destnîşankirin ku navên rast ên kesên hatine kuştin Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz bûn.

Li gorî HPGê, Gungen û Batmaz ji bo nêçirê çûbûn herêma Cûdiyê. HPGê diyar kir ku her du kes li herêmeke ku di wê demê de şer lê diqewimî hatine dîtin û çek, dûrbîn û cîhaza ragihandinê li cem wan hebûn. Ji ber vê yekê, endamên HPGê yên li herêmê gihîştibûn wê baweriyê ku ew ji bo dewleta tirk îstîxbaratê berhev dikin.

“Bêyî lêpirsîneke berfireh gihîştin encamê”

HPGê di daxuyaniya xwe de qebûl kir ku endamên wê yên li herêmê, bêyî ku lêpirsîneke berfireh bikin, derbarê Gungen û Batmaz de gihîştine encameke şaş.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şert û mercên şer û hebûna çek û amûrên din li cem her du kesan di vê nirxandina şaş de bandor kirine.

HPGê ragihand ku di encama lêpirsîna dawî de hatiye zelalkirin ku Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz tenê ji bo nêçirê çûbûn herêmê û “li dijî gerîla neketibûn nava ti hewldanê”.

HPGê bi vê daxuyaniyê îdiaya ku di sala 2020an de derbarê her du kesan de kiribû sererast kir û ji malbatên Gungen û Batmaz re sersaxî xwest.