Hizba Demokrat a Kurdistanê kustina serkirdeyekî xwe li Hewlêrê ragihand

07 tebax 2021 23:30
Hizba Demokrat a Kurdistanê kustina serkirdeyekî xwe li Hewlêrê ragihand

PeyamaKurd - Endamê Komîte ya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê Mûsa Babaxanî di 6 ê tebaxê de  ji aliyê 2 teroristên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin.

HDK ê di derbarê endamê xwe Mûsa Babaxanî de ragihand ku Mûsa Babaxanî bi destê “teroristên ser bi Îranê” ve li Hewlêrê hatiye terorkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) di daxuyaniya xwe de weha ragihand:

“Endamê Komîteya Navendî ya HDK ê Mûsa Babaxanî roja pêncşemê, di 6 ê Tebaxê de ji aliyê 2 teroristên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û îro danê danê sibê termê wî li odeyeke hotela Gula Silêmaniyê li bajarê Hewlêrê hatiye dîtin. Gelek nîşaneyên eşkenceyan jî li ser termê Mûsa Babaxanî hatine dîtin.”

Mûsa Babaxanî xelkê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 1981 an de ji dayik bûye û di temenê 18 saliyê de pêwendî bi HDK ê re kiriye.

Li ser mijarê, piştî Rêvebiriya Asayîşa Hewlêrê tê agahdarkirin ku kesekî li Hewlêrê di otêlê de hatiye kuştin, tîmên wan dest bi lêkolîn û lêpirsîna mijarê kirine. Piştî pêvajo temam bibe, dê bo raya giştî agahî bê dayîn.