Hana: Hewleke kustina du berpirsên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hat pûçkirin

06 hezîran 2022 15:32
Hana: Hewleke kustina du berpirsên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hat pûçkirin

PeyamaKurd – Hewleke kuştina Serokê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî û Endamê Polîtburoya wê Rustem Cihangîrî hat pûçkirin.

Malpera Rêxistina “Hana” ya taybet bi mafên mirovan diyar kir, kesekî bi navê Luqman Resûlî hewl daye wan her du serkirdeyan teror bike, lê hewla wî bi ser neketiye.

Hêjayî gotinê ye, Mistefa Hicrî sala 1945an li bajarokê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1979an pêwendî bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re kiriye.