Hindistan: Em dorpêçên ser Îranê qebûl nakin
PeyamaKurd- Hindistan ragihand ku ew dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê qebûl nakin. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên derve yê Hindistanê de, di dema ku bi wezîrê karên derve yê Çînê re li Pekînê hevdîtinan dikir hat kirin.
Wezîrê karên derve yê Hindistanê Sûşma Siwaraj got ku ew tenê dorpêçên Neteweyên Hevgirtî qebûl dikin û li ber birayara dorpêçên Amerîkayê ya bo ser Îranê wê serî daneynin.
Wezîr got ku halê welatê wan ji yên din cudaye û serbixwe ne. Pêwendiyên aborî yên navbera wan û Îranê xweşin û Îran yek ji wan welatê serekeye ku petrolê dide Hindistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin