Hin deverên Stenbolê û Bedlîsê wekî ‘qadên xeternak’ hatin ragihandin

21 nîsan 2020 16:14
Hin deverên Stenbolê û Bedlîsê wekî ‘qadên xeternak’ hatin ragihandin

PeyamaKurd – Bi fermana Serokomarê Tirkiyê, Erdogan hin deverên Stenbolê wekî ‘qadên xeternak’ hatin ragihandin û biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bi fermana Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, hin cihên li Taxa Yenimahalle ya navçeya Bagcilarê û Taxa Tozkoparan a Gungorenê wekî 'qadên xeternak' hatin ragihandin.

Herwiha hin cihên li taxên Ataturk, Devrim, Gazibey, Hersan û Muştakbaba yên li navçeya navendî ya Bedlîsê jî wekî ‘qadên xeternak’ hatin îlankirin.

 Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî civîna kabîneya xwe daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku, 23, 24, 25 û 26ê Nîsanê Stenbol jî di nav de qedexeya derkevetina derve li 31 bajarên mezin ên Tirkiyê hatiye ragihandin.

Rojnameya New York Timesê ragihand ku, dibe Tirkiyê hejmara miriyan vedişêre. Rojnameyê amaje kir ku di meha Nîsanê de rêjeya miriyan ji sedî pêncî zêdetir bûye. (NYT) amaje kir ku Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber koronavirusa nifşê nû (Covid-19) vedişêre.