Hilbijartina Sûdana Basûr 2 salên din jî dan pas
PeyamaKurd – Baregeha serokatiya Sûdana Başûr ragihand ku dewra ji bo derbasî demokrasiyê an ku hilbijartinan bibin 2 sal dane paş û wê hilbijartin di 22.12.2026an de bibe. Piştî îlana serxwebûna Sûdana Başûre car din hilbijartinê dan paş.
Serxwebûna Sûdana Başûr di sala 2011an de bû û heya niha li welatê Sûdanê hilbijartin nehatiye kirin. Li gor ragihandina serokatiyê:
“Serokê dewletê Salva Kiir Mayardit, ji bo derbasî demokrasiyê bibin hilbijartinê 2 salên din daye paş û hilbijartina wê di dawiya salê de bibiya, paşde hat xistin ji bo dawiya sala 2026an. Ji bo hilbijartin bibe û wezîfeyên bingehîn temam bibin, pêdivî bi wext heye.”
Di navbera hêzên girêdayê serokê dewletê Salva Kiir Mayardit û hêzên cîgirê wî Riek Machar de şer derketibû û di sala 2018an de peyman girêdabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin