Hilbijartina serokomarê Iraqê careke din hat pasxistin!
PeyamaKurd – Hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê ku biryar bû li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser bê kirin, ji ber hejmara parlementerên beşdarî kirin têr nekir, pêk nehat û hilbijartina serokomar careke din hat paşxistin.
Di pêvajoya berdewamkirina damezirandina hikûmetê de îro li Parlementoya Iraqê rûniştina damezirandina komîsyonên daîmî û hilbijartina serokomariyê hat kirin.
Li Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê ji parlementoya xwedî 329 kursî, pêwîstî bi rûniştina 220 parlementeran heye. Ji ber ku di 26ê Adarê de hejmara parlementeran têr nekiribû, rûniştin hatibû paşxistin.
Di rûniştina îro de jî her çiqas ji Tevgera Sedir 75 parlementer, ji Koalîsyona Serweriya Suniyan 63 parlementer û ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 31 parlementer beşdar bûbin jî ji ber hinek parlementerên xweser beşdarî rûniştinê nebûn, hejmar têr nekir.
Ji bo hilbijartineke din a posta Serokomariya Iraqê demek nehat diyarkirin, lê hilbijartin hat paşxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin