Hilbijartin | DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyê biryara xwe da...
PeyamaKurd – Desteya Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li paytexta Tirkiye Enqerê li navenda giştî ya partiyê bi mijara helwesta bo hilbijartinên xwecihî li bajarên Tirkiyeyê civiya.
Li gorî çavkaniyên nêzîk, di civîna Desteya Rêveberiya DEM Partiyê de biryar hate dayîn ku partî li bajarên Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê.
Hate ragihandin ku di civînê de, daxwazên ku DEM Partî li bajarên Tirkiyê bi namzedê xwe ango bêyî tifaqan bikeve hilbijartinê derketiye holê û nirxandin li ser hemû bajarên wekî Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Mersîn û Edeneyê jî hatine kirin. Herwiha hatiye diyarkirin ku nîqaş û nirxandina li ser Stenbolê hîn berdewam dike.
Hate diyarkirin ku Partiyê biryar daye, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi namzedên xwe bikeve hilbijartinê û vê sibe bi daxuyaniyekê ragihîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin