Hikûmeta nû ya Tûnisê bi serokatiya jinekê hat avakirin

11 cotmeh 2021 22:49
Hikûmeta nû ya Tûnisê bi serokatiya jinekê hat avakirin

PeyamaKurd - Serokê Tûnisê Qeys Seîd, îro 11ê Cotmenê bi fermanameyekê ragihand, hikûmeta nû ya Tûnisê ji aliyê Seroka hikumetê  Necla Bodin ve hatiye avakirin.

Necla Bodin da xuyakirin, hikumet destpêkê wê baweriya welatiyan bi dewletê û hêviya pêkhatina pêşerojeke xweş û şert û mercên jiyanê yên baş vegerîne.

Di hikumeta nû ya bi seroktiya Necla Bodîn de 24 wezîr cî digirin.

Endamên hikumetê piştî ragihandina fermî li pêşiya serokê Tûnisê Qeys Seîd sond xwarin û bêyî ku baweriyê ji parlamentoyê werbigirin dest bi kar kirin.

Qeys Seîd, piştî hilweşandina hikûmeta Îxwanên Tûnisê, 29ê Îlonê akademîsyen Necla Bodin ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Li pêşiya hikûmeta Necla Bodin,  dosyayên aborî û civakî hene ku di sêrî de hevdîtinên bi Banka Cîhanê IMF re dê bide destpêkirin daku pirsgirêkên bêkarî, aloziya aborî û aloziya deynan çareser bibe.