Li Îsraîlê "Hikûmeta Awarte" hat avakirin

13 cotmeh 2023 15:58
Li Îsraîlê "Hikûmeta Awarte" hat avakirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) avakirina "Hikûmeteke Awarte" ku wê di tevahiya pevçûnên li Şerîda Gazzeyê de bixebite qebûl kir. Di daxuyaniya nivîskî ya Meclisê da hat gotin, "Hikûmeta Rewşa Awarte ya ku wê di dema şerê bi Xezeyê ra tevbigere, bi piştgiriya 64 parlementeran û 4 dengên na hat qebûlkirin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, serokê muxalefeta Îsraîlê û serokwezîrê berê Yaîr Lapîd tevlî vê hikûmetê nebûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, peymana hukûmeta awarte di heman demê de cemidandina yasaya "reforma dadrêsî" ya nakokbar a ku bû sedema perçebûn û protestoyên girseyî di hundurê Îsraîlê de jî dihewîne. Di berdewamiya axaftinên xwe de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku, "Di dema pevçûnan de ti pêşnûmeqanûnek ku ji aliyê hikûmetê ve girêdayî ne bi şer û pevçûnan bi xwe ve bê pêşkêşkirin, pêşkêşî Meclîsê nayê kirin."

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, hikûmet bi peymana di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û endamê muxalefetê Benny Gantz de hatiye avakirin û tê de 5 endamên partiya Gantz (Şîn-Spî) wezîr in. Pênc endamên din tevlî kabîneyê bûn, ku di nav de wezîrê berevaniyê yê berê Gantz, Wezîrê Berevaniyê yê niha Yoav Gallant û Serokwezîr Netanyahu jî hebûn. Serokê muxalefetê Lapid red kir ku beşdarî hikûmetê bibe.