Hikûmeta Kurdistanê li Mexmûrê du projeyên elektrîkê çalak dike

26 îlon 2021 18:25
Hikûmeta Kurdistanê li Mexmûrê du projeyên elektrîkê çalak dike

PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Kurdistanê ragihand ku li bajarokê Mexmûrê du projeyên elektirîkê têne vekirin.

Wezareta Elektrîka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, sibê Duşemê li Mexmûrê di bin çavdêriya serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî de du projeyên girîng yên elektrîkê bi kujma milyarek û 742 milyon dînar têne vekirin.

Wezaretê eşkere kir ku yek ji wan projeyan stasyona elektrîkê ya Binar e ku ji aliyê şîrketa Girşîn ve hatiye çêkirin û projeya din jî danîna fîdereka 33 kv ye li devera Qerac ku ji aliyê şîrketa Palos ve hatiye çêkirin.