Hikûmeta Kurdistanê 440 projeyên rêyan bicih anî
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çar salên dawî de, 440 pirojeyên rêyan ku 909 milyar û 927 milyon dînar girtiye hatine bi encamkirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di serdema xwe ya çar salên dawî de, li tevahiya Herêma Kurdistanê, bi gojimê 909 milyar û 927 milyon dînaran (nezîkî 695 milyon dolar), 440 pirojeyên rêyan pêk anîye.
Hikûmetê da zanîn ku di çarçoveya pêkanîna van projeyan de, bi dirêjahiya 645 kîlometre rê hatine çêkirin û nûkirin.
Di daxuyaniyê de Berpirsê Wezareta Avadaniyê Dr. Agirîn Ebdula daye zanîn ku ji 440 projeyên ku bi encam bûne 65 ji budceya hilberînê, 171 proje jî ji budceya asayî ya hikûmetê hatine dabînkirin.
Dr. Agirîn Ebdula daye zanîn ku 204 piroje jî ji sedî 30 dahatên kêşkirinê hatine dabûnkirin û wiha dom kiriye:
"Ev piroje wek çêkirin û nûkirin ji hev cuda ne. Herwiha 250 kîlometre kolan jî hatine nûkirin. Ji ber ku di van karan de şarezayî û ezmûneke baş pek anîne, piraniya wan pirojeyan ji aliyê kompaniyên navxweyî ve hatine bicihanîn. Em ê li siberojê de jî teknolojiyaya nû û polîmer bi kar bînin. Herwiha em ê sîstema super pîf û teknolojiyaya dubareyê û qîra kevin jî bi kar bînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin