Hikûmeta Kurdistanê ji bo ava Hewlêrê nêzîkî 5 milyar dînar dabîn kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê ji bo ava Hewlêrê nêzîkî 5 milyar dînar dabîn kir.
Wezareta Bajarvanî û Tûrîzma Kurdistanê diyar kiriye, do Encumena Wezîran ya Kurdistanê rizamendî li ser dabînkirina 4 milyar û 707 milyon dînar bo pirsgirêka avê li Hewlêrê nîşan da.
Wezaretê eşkere kiriye, ew diravê han dê bo kişandina elektirîkê bo bîrên avê, dabînkirina pompên avê, çêkirina jeneratorên bîrên avê û kirrîna kelûmelên pêwîst bo pirojeya ava Îfraz-3 û kirêkirina tankên avê bo veguhestina avê bo malan were xerckirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin