Hikûmeta Kurdistanê bi 3 milyar dînaran zîyandîtiyên lehiya Hewlêrê qerebû dike
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, 3 milyar Dînar ji bo qerebûkirina kesên ziyan ji lehiyê dîtine tê xerckirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got, piştî hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Federalî de deng li ser şandina 200 milyar Dînar mehane ji bo Herêma Kurdistanê hat dayîn.
Cotyar Adil eşkere kir, 3 milyar Dînar dê ji bo qerebûkirina kesên ziyan ji lehiya berî çend rojan a li Hewlêrê rû daye dîtine re bê xerckirin.
Li Hewlêrê û çend navçeyên wê 30yê Cotmeha borî ji ber barîna baraneke xurt, lehî rabûbû û li gor texmînên Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a Parêzgeha Hewlêrê 500 malbatan ziyan ji lehiyê dîtiye.
Herwiha di lehiyê de ziyan gihîştibû 130 otomobîlan, 127 xaniyan, 2 dibistanan û hin projeyên çêkirina rêyan, tora elektrîkê, tora avê û hin projeyên din.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin