HezKurd: Em li hêviya dewletê namînin ku zimanê Kurdî bi fermî qebûl bike

15 tîrmeh 2021 14:00
HezKurd: Em li hêviya dewletê namînin ku zimanê Kurdî bi fermî qebûl bike

PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Karên Derve û Dîplomasî yê HezKurdê Fethullah Elçî, di derbarê destpêkirina dibistana dîjîtal a Kurdî axivî û da zanîn, ew êdî li hêviya dewletê namînin ku zimanê Kurdî bi fermî qebûl bike û dibistanan veke.

Fethullah Elçî ji bajarê Şirnexê ji K24ê re diyar kir: “Kurd çend sal in daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî, daxwaza naskirina Kurdan ji Tirkiyê dike, lê mixabin Tirkiye bersivê nade.”

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku li cîhanê şewba Koronayê derket holê û got: “Me got em weke Hereketa Zimanê Kurdî, bêyî xebat di malê de nemînin û dest bi perwerdehiya dîjîtal a zimanê Kurdî bikin. Me bi vî şiklî destpê kir.”

Fethullah Elçî destnîşan kir, gelek kesan eleqeyeke mezin ji dibistana dîjîtal re nîşan dane û got: “Kurdên me yên li Ewropa û diyaspora, li Amerîkayê, gelek kes tevlî vî karî bûn.”

Elçî da zanîn: “Em li hêviya dewletê namînin, em li hêviya naskirina zimanê Kurdî ku dewlet bibêje em nas dikin namînin.”

Herwiha eşkere kir: “Em dixwazin hişmendiya ziman zêde bikin, bersiva dewletê çi dibe, bi wan ve girêdayî ye, lê bila desthilatdar baş bizanin, bila dewlet jî baş bizane, em hereketeke sivîl in, em ji ciwanan pêk hatine, ti eleqeya me û siyasetê tuneye, em tenê mafên ziman dixwazin.”

Herekata Zimanê Kurdî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi mebesta fêrkirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî xebatan dike dest bi avakirina dibistaneke dijîtal a bi Kurdî kir, da ku hemû Kurdên li cîhanê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.