Hêzên rejîmê xala artêsa Tirkiyê dorpêç kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîmê piştî ku gelek gund û navçeyên li derdora Idlibê kontrol kirin xala çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê jî dorpêç kirin. Li ser medya civakî leşkerên artêşa Sûriyê, ew xala çavderiyê ya hatiye dorpêçandin bi wêneyên xwe ve belav kirin.
Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand, “Hêzên rejîmê dor li xala çavdêriyê ya Tirk a li Morekê girtine” ku ew herêm di navbera Hema û Idlibê de ye.
Hêzên rejîma Sûriyeyê ji dawiya meha Nîsanê ve operasyonên xwe li Idlib û dorûbera wê dewam dikin.
Artêşa Sûriyê ku Rûsya û Îran piştgiriya wan dike, navçeya Xan Şêxûnê di 20ê Tebaxê de ji nû ve kontrol kir û komên çekdar ên Enqere piştgiriya wan dike neçar mane ji navçeyê û hin herêmên li bakurê Hamayê vekişin.
Tirkiyê çend roj berê karwaneke 50 wesayitên zirxî alîkarî şandibû herêmê, lê hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê rêgeha wê karwanê bombardiman kiribûn û nehiştibûn biçin alîkariya komên çekdar.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin