Hêzên rejîma Samê Idlib û Laziqiyê bi giranî topbaran kirin

14 hezîran 2022 13:30
Hêzên rejîma Samê Idlib û Laziqiyê bi giranî topbaran kirin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Şamê herêmên Idlib û Laziqiyê bi giranî topbaran kirin. 

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirova ya Sûriyê diyar kir, hêzên rejîma Şamê bi dijwarî herêmên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Navendê eşkere kir, li derdora Kebana ya li çiyayê El-Ekrad yê li Laziqiyê jî hêzên hikûmetê û çekdarên Feteh El-Mûbîn bi çekên giran bargehên hev topbaran kirin.