Hêzên rejîma Îranê sivanekî Kurd dan ber guleyan

31 cotmeh 2021 22:58
Hêzên rejîma Îranê sivanekî Kurd dan ber guleyan

PeyamaKurd - Hat ragihandin hêzên rejîma Îranê li Serdeşt a Rojavayê Kurdistanê şivanekî Kurd ku pezê xwe diçêrand gulebaran kirin û şivan bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan bûyer roja Pêncşema borî rû daye û hêzên rejîma Îranê li nêzî gundê Doletû yê girêdayî Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê şivanek bi navê Azad ku pezê xwe diçêrand gulebaran kirine.

Hat diyarkirin ku şivanê Kurd di encama gulebaranê bi giranî birîndar bûye û xelkê gund ew rakirine nexweşxaneyê.