Hêzên Îtilaata Îranê li Zahîdanê destdirêjî li 7 zarokên binçavkirî kirine

30 berfanbar 2022 01:03
Hêzên Îtilaata Îranê li Zahîdanê destdirêjî li 7 zarokên binçavkirî kirine

PeyamaKurd – Hat ragihandin li bajarê Zahîdan ê Belûcistanê hêzên Îtilaata Supaya Pasdarên Îranê destdirêjî li 7 zarokên hatibûn binçavkirin kirine.

Li gorî ragihandina Kampanya Çalakvanên Belûç rojên derbasbûyî li girtîgehên Îtilaata rejîma Îranê yên bajarê Zahîdanê ji aliyê endamên Îtilaata Sûpaya Pasdaran ve destdirêjî li 7 zarokên binçav kirî hatiye kirin ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne.

Herwiha ew zarokên binçavkirî rastî lêdan û îşkencekirinê hatine û gef li wan hatiye xwarin ku behsa destdirêjiyê nekin.

Li gorî çavkaniyên Belûç nasnameya 7 zarokan nehatiye zanîn û rejîma Îranê heta niha ti nasname û belgeyek yasayî ji bo wan dabîn nekiriye û ji hemû xizmetguzariyan jî bê par in.

Zarokekê ji wan eşkere kiriye ku wezîfedarên Îtilaatê yên ku destdirêjî ser wan kirine, bi zimanê Erebî dipeyivîn.