Hêzên Îranê ciwanekî Kurd bi îskence û gulebaranê qetil kir
23 adar 2023 23:33
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li bendeke kontrolê ya hêzên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî Kurd piştî îşkenceyê hatiye gulebaran kirin û kuştin.
Li gorî zanyariyan, doh êvarê ciwanekî bi navê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan a bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li bendeke kontrolê hate sekinandin û destpêkê rastî lêdana hêzên Îranê hat û piştre jî hat gulebaran kirin.
Hat zanîn ku ciwanê Kurd ê 19 salî piştî gulebaranê jiyana xwe ji daye û cenazeyê wî rakirine Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li Baneyê.
Piştî bûyerê xelkê nerazîbûn nîşan da û baragehên hêzên Îranê dan ber agir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Tehranê ciwanekî Kurd bi îskenceya hêzên Îranê hat kustin
26 îln 2021
Cîhan
Rojhilat | Ciwanekî Kurd bi guleyên hêzên Îranê hate kustin
27 gln 2024
Jiyan
Hêzên ewlehiyê yên Îranê Kurdên besdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn girtin
16 adr 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin